Mehmet Sıddık Kaya
12 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2022
Nasir Berê li Diyarbekirê kebabfiroş e li bexçeyê dibistaneke li navçeya Bismilê dezgeh vekir û kebabên li ser mangala dada, pêjand da xwendekaran.
Ber ê ku xwedî dikana kebabê ye ji xwe ra "Projeya hadê xwendekarno werin kebabê" da destpêkirin û di vê çarçoveyê da tevlî xebatkarên xwe dezgeh, mengel û lazmatiyan hilda cem xwe û berê xwe da Taxa Tepe ya li Bismilê ku ew jî li wê derê hatiye dinyê.

Ber û xebatkarên wî di bexçeyê Lîseya Anadoluyê ya Pir Bernameyî ya Tepeyê da dezgeh vekirin û kebaba Edene û cîgerê pêjandin û dan xwendekaran.
Xwendekarên pêşdibistan û dibistana navîn ên bi wesayîtan ji gundan tînin û pêşî perwerde dibin jî anîn bexçeyê lîseyê.
Ber û xebatkarên wî nêzî 2 hezar û 500 kebab û cîgerên ji bo xwendekaran pêjandin bi def û zirneyê li wan belavkirin.
Kebabfiroş Ber daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew dema 4 salî bû tevî malbata xwe li Edeneyê bi cî bûn û di 7-8 saliya xwe da jî li kebabfiroşan dest bi xebatê kir û niha karê xwe li bajarê xwe Diyarbekirê didomîne.

Ber diyar kir ku ew li Taxa Tepeyê hatiye dinyê û wê demê ewder gund bû û xwest ji ser axa xwe kebabê îkramî xwendekaran bike û wiha domand: "Em ê ji du hefteyan carekê herin gundan. Li gundan çiqas zarok hebin em ê kebabê bidin wan. Bil tu zarok nebêje min kebab nexwariye. Bila yên niha hemû kebabê bixwin û bixwînin."

Ji mamosteyan Elîf Gîzem Turanê ji kesên ev organîzasyon kirine ra spas, ji xwendekaran Hîranur Gezer û Ferîde Dogruyê jî gotin ku bi xwarina kebabê va ew gelek kêfxweş bûn û spas kirin.
Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeya Bismilê Aydin Ak jî got ku Nasir Ber xwe gihand wî û xwest kebab û cîgerê îkramî xwendekaran bike û ji ber vê pêşmniyazê ew jî kêfxweş bûn û destûr dan.