22 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
VAN
Welatiyên ku ji ber berf û bagerê di rêya Wan-Baxçesarayê (Mikûs) da asê mabûn piştî xebatên ku 4 saetan ber xwe dan bi destê ekîbên paqijkirina berfê hatin xilaskirin.
Ji ber berfa ku bi şev dest baranê kir 130 kesên di 32 wesayîtan da li Gidûgê Karabetê ya ku 20 kîlometreyî dûrî Baxçesarayê ye di rê da man.
Di encama xebata welatiyan da wesayîtên asêmayî nehatin derxistin li ser vê ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin û welatî xilas kirin.
Riskî Çalimê ku di rê da asê mabû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li hêviyê nebûn ku di meha adarê da berf bibare û di carekê da berfê dest bi baranê kir û ew jî şaş û metel man.
Çalim got dema ku diçûn navêçeyê qasî 4 saetan di rê da man û wiha axivî: "Li bendê nebûn ku di meha adarê da berf li rêya Baxçesarayê bikeve. Ji 30yî zêdetir wesayît di rê da asê man û piştî xebatên ekîban xatin xilaskirin."
Seyîthan Say jî diyar kir ku şebeqê deme ku ji navçeyê derketin hewa xweş bû û lê dema ku xwe gihandin Gidûgê Karabetê berf û bagerê dest pê kir û wiha got: "Şebeqê em ji navçeyê derketin rê lê belê ji ber berf û bagerê em li vê derê di rê da asê man. Me hewl da ku wesayîtan ji berfê derxin lê belê me kir nekir derneketin. Me ji ekîban alîkarî xwest û bi alîkariya wan xwe xilas kir. Xwedê alîkaran razî be."
Wesayîtên ku di encama xebatên ekîban da ji berfê hatin xilaskirin paşê di rêya xwe da dewam kirin.