Fatih Gazioğlu
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ÎZMIR
Firas Seîd Ehmedê Sûriyeyî yê ku ji ber zilma PYD/PKKyê reviya got ku Kurdên li wê derê dijîn jî arîkariyê nadin rêxistinê.
Ehmedê Sûriyeyî ji ber tehdîdên rêxistina terorê beriya salek û nîvekê bi jin û 6 zarokên xwe va ji Hesekeyê reviya û hat Îzmirê.
Malbata Sûriyeyî li Konaka navçeya Îzmirê xaniyekî ku bi tenê 2 menzelê wê hene di kirê de dimînin. Malbata Ehmed zilma ku ji rêxistina terorê dîtine qet ji bir nake.
Ehmed der barê jiyana wan ya zor û zehmet de daxuyanik da nûçegihanê AAyê. Ehmed got ku ew ji ber zilma PYD/PKKyê 2 mehan di girtîgehê de mame û wiha axivî:
"Ji ber ku em Ereb bûn gotin hûnê ji vê derê biçin. Eger we xebera wan nekira arîkarî û xwarin nedidan. Ji kesên ku di girtîgehan de diman re digotin 'eger hûn dijî eskerên Tirk şer bikin em ê we hemûyan berdin.' Tu sebra gel nemabû. Ji ber zilma ku tê kirin êdî gelê Kurd jî dixwaze Sûriye ji PYD/PKKê bê paqijkirin."
Elmaz Awad Kounderaya jina Ehmed jî got ku piştî rêxistina terorê ji wê derê hat paqijkirin ew ê dîsa vegerin welatê xwe.