Abdullah Tel
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
HATAY
Ji Efrîna herêma Sûriyeyê mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê roket avêtibûn Reyhanliya navçeya Hatayê û roket li xaniyê malbata Avlarê ketibû.
Birayê Fatma Avlara 17 salî qala xewn û xeyalên nêvcîmayî yên xwîşka xwe kir.
Roketa ji aliyê Efrînê hat teqandin li Reyhanliyê bû sedema mirina Fatma Avlara ku hê 17 salî bû. Malbata Avlarê ji ber mirina qîza xwe reş girêdaye û ji aliyekî da jî şîna xwe ji ber ku xaniyê wan yê zirar dîtiye li mala xizmên xwe radikin.
Şêniyên malbatê wextê li xanî û cihê ku jî qîza wan ra bû goristan mêze dikin zêdetir xemgîn dibin.
Birayê keçikê Bîlgey Avlarê 21 salî ku ew jî di êrîşê da birîndar bû niha li nexweşxaneyeke taybet tê tedawîkirin.
Bira Avlar ji bo xewn û xeyalên xwîşka xwe daxûyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez li Qibrîsa Bakur dixwînim û 3 hefteyek berê ji ber tetîlê hatim. Piştî êrîşê em rakirin nexweşxaneyan min xwest ez xwîşka xwe bibînim lê ji min ra gotin ku serê we sax be. Xeyalên wê hebûn digot ezê li Îzmirê mamostetiyê bixwînim. Lê xeyalên wê nêvcî man."