ŞANLIÛRFA
Kurdên sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnên di navbera komên kurdan û DÎŞIya rêxistina terorê yên li herêma Kobanêyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê bi derfetên ku ji wan re peyda kirin, jiyana xwe berdewam dikin.
Piştî pevçûnên ku bi qasî 3 meh berê dest pê kirin, piraniya wan jin û zarok dora 200 hezarî penaber hatin Tirkiyeyê û piraniya wan li kampa li navçeya Sirûcê hatin bicîkirin. Qismek penaberên ku berê wan dan navendên hewînê yên berwerxt ên ku Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) hatin avakirin, li Dibistana Herêmê ya Leylî ya Sirûcê de bi derfetên ku hatin temînkirin, dijîn.
Zarok di kampan de bi hemsalên xwe re wextê xwe diborînin û digel hewaya sar ji xwe re dilîzîn. Jin jî karên malê dikin û di teştên ku peyda kirine de beravê dikin û firaqên xwe dişûn. Penaber car carna tên bal hev û sohbetê dikin, tiştên ku qewimîn dinirxînin û rojên xwe yên berê bi bîr tînin.
Bijîşkên dilkirî yên li kampê jî hewl didin ku nexweşiyên penaberan baş bikin û dermanên bêpere belav dikin.
Rayedarên tirk ji bo ku penaber zehmetiyê nekişînin dixebitin û mêvan jî ji ber eleqeya ku nîşanî wan dan spasiya rayedaran kir.