Emîne Demîcer (70) a ku ji ber êrîşên rêxistina terorê DÎŞIyê xwe sparte Tirkiyeyê, kurê xwe yê ker û lal ê ku li Kobanêyê maye digere û dixwaze kurê wê bê dîtin.
Emîne Demîcerê ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku dema li Kobanêyê pevçûn zêde bûn wan bi malbatî xwe spartine Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Em pênc rojan li ber sînor man. Şevekê jî em di bin baranê de, bi halekî perîşan li bendê man ku em derbasî Tirkiyeyê bûn. Pişt re em vegeriyan Kobanêyê. Cardin me dît ku nabe em hatin û me xwe sparte Tirkiyeyê. Kurê min ê Îsmaîl (50) ê ker û lal nexwest ku bi me re were. Ew vegeriya Kobanêyê."
- "Kurê min ê ker û lal bibînin"
Emîne Demîcerê daxuyand ku roja ku ew hatine navçeya Sirûcê vir ve wê tu xeber ji kurê xwe nestendiye û ew nizane ku kurê wî sax e an na.
Demîcerê kurê wî bê dîtin û wiha axivî:
"Kurekî min li Amerîkayê ye, yek li Iraqê ye û yê din jî Lubnanê ye. Ji min re telefon dikin û dipirsin ka xeberek ji Îsmaîl heye an na. Ez ji wan re dibêjim 'tu xeber tune'. Me çi kir û nekir Îsmaîl nexwest bi me re were û li Kobanêyê ma. Li wir mir an sax e nizanim. Heke sax be jî ji ber ku ker û lal e nikare li ser telefonê bi me re biaxive jî. Ez bi hesreta wî ve dimrim. Çi dibe, kurê min ê ker û lal bibînin."