Wêneyên êşkenceyê yên ku nîşan dadin ku rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê muxalifan re êşkence kiriye, li Washîngtona Amerîkayê di Mûzeya Komkujiyê de hatin pêşandan.
Leşkerê bi navê wî yê kod "Ceasar", wêne ji destê rejimî bi dizî derxistibû derveyî Sûriyeyê û wêne cara ewil ji hêla Anadolu Agencyê (AA) ve hatibûn weşandin.
Hin wene û agahiyên derbarên wêneyan di mûzeyê de bi projektoran ve hatin nîşandan. Gelek kesan muze ziyaret kirin û wêne dîtin.
Berpirsyarê Navenda li Hemberê Komkujiyê yê Muzeya Komkujiyê ya Cihûyan Cameron Hudson daxuyand ku wêne dê çend mehan di muzeyê de bên pêşandan.
Hudson wiha axivî: "Kesê ku ji rejimê reviya û ev wêne derxist derveyî Sûriyeyê û nîşanî dinyayê da ku li Sûriyeyê çi diqewime mirin da ber çavê xwe. Ji ber vê, em berpirsyarin ku vê rastiyê binin nişandan."
- AAyê wêne weşandin
Wêneyên êşkenceyê yên ku nîşan didin ku leşkerên rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê muxalifan re êşkence dike û wan ji birçînan dikuje ji hêla leşkerekî navê wî yê kod "Ceaser" bû ve derket derveyî Sûriyeyê.
Ceaser 55 hezar wêneyên 11 hezar mirovan kişandibû û bi van wêneyan ve ji welêt reviyabû. Anadolu Agencyê jî ev wêne weşandibû û gihandibû raya giştî.
Piştî weşandina wêneyan di dinyayê de deng bilind bibû. Amerîka, NY û YEyê xwestibû ku bila jêpirsîn çêbibe û berpirsyar bên cezakirin. "Ceasar", çend meh berê jî cara ewil li DYAyê di cihekî raya giştî re vekirî de axivî bû.