Haydar Şahin
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Rûyê Balix Golê ya ji golên herî bilind ên Tirkiyeyê cemidî, kûçikên derketin ser golê lîstin û dîmenên xweşik derxistin holê.
Rûyê Balix Golê ya di navbera Îdir û Agiriyê da ji ber sermayê cemidî.
Du kûçik derketin ser gola li 2 hezar û 241 mêtre bilindahiyê ya her demsalê xweşikahiyeke cuda tê dîtin û li ser golê lîstin.
Kûçik hin caran şiqitîn û nikaribûn li ser piyan bisekinin û dîmenên balkêş derketin holê.
Welatiyan eleqe nîşanî lîstika li ser gola hêşin ya kûçikan da û kêfxweş bûn.