Mesut Varol
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 09 Gulan 2023
Laleyên ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin va li park û serê rêyan hatibûn çikandin, vebûn.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ya Şaredariya Bajarê Mezin par li cihên cuda yên bajêr lale danîbûn ku ew hêdî hêdî vedibin.
Qasî 86 hezar lale kuçe û kolanên bajêr dixemilînin.
Piştî ku heyama laleyan qediya, vê carê kulîlkên din wê şîna wan bêne danîn.