Şener Toktaş
27 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Li Mûtkiya navçeya Bidlîsa ji ber barana zêde lehî rabû û rêyên 15 gund û coyên ava vexwarinê û avdanê zirar dîtin.
Ji ber lehiyê rêyên 15 gundan hatin girtin û 50 menfez, rêyên gundan û coyên ava vexwarinê û yên avdanê xesar dîtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ya Bidlîsê ji bo rêya gundê Alkoyunê vekin, xebitîn.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji ber lehiya rabû rê û zeviyên gundan zirar dîtin û wiha pê da çû: "Em ji bo vekirina rêyan û coyên ava vexwarinê û avdanê vekin bi 15 makîneyan va li ser kar in. Ji ber lehiyê rêyên 15 gundan hatin girtin û 50 menfez, rêyên gundan û coyên ava vexwarinê û yên avdanê jî xesar dîtin."