Ahmet Dengeşik
27 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Li Bîngolê TIR û kamyonet li hev qelibîn û ji ber qezayê kesek mir.
TIRa bi plaqeya 27 ALR 35 ku şofêrê wê Lamî Demirbaş û kamyoneta sewze û fêkî barkirî ya bi plaqeya 62 AAC 295 ku şofêrê wê Ahmet Kaan bû, li ser rêya Bîngol-Diyarbekirê li kîlometreya 26an li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeya Şaredariya Gêncê çûn ciyê qezayê.
Ji şofêran Ahmet Kaanê birîndar bûbû wefat kir. Ekîbên îtfaiyeyê Lamî Demirbaşê di wesaîtê da asê mabû derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.