Haydar Şahin
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 07 Gulan 2018
IGDIR
Li Rojhilatê Anadoluyê ya ku ji bo heywandariya li Tirkiyeyê ciyekî girîng e beriya derketina zozanan a ku 5 mehan ber xwe dide pêz dibirin.
Heywandarên ku xwe amade dikin derkevin zozanan bi taybetî jî Zozana Sînegê ya di navbera Îdir û Agiriyê da xebatên xwe didomînin.
Welatiyên ku nanê xwe bi heywandariyê bi dest dixin ji bo ku pezên wan li zozanan bi rihetî bigerin û biçêrin beriya hilgêrê pêz dibirin.

Heywandar wezîfeya birîna pêz didin şivanan da ku birîna bi hiriya pêz va jî dahatê bi dest bixin.
Îsmet Hamsayê heywandar ê ku amadehiyan dike derkeve Zozana Qorxanê ya li Çiyayê Agiriyê diyar kir ku dest bi xebatan kirin.
Hamsay destnîşan kir ku di nav amadehiyan da pezbir jî heye û wiha pê da çû: "Em pêşiya beranan û pezên histewr dibirin, paşê jî dest bi birîna miyan dikin û herî dawîn jî berxên îsal bûne dibirin. Dema pêz bibirin hem zû kok dibin hem jî di hewaya germ da zêde aciz nabin û nexweş nakevin."

- Pêz ji qirnî û geneyan diparêze
Îsmet Hamsay destnîşan kir ku li gundên der û dorê heman amadehiyan dikin ku 5 mehan li zozanan heywanên xwe biçêrînin û wiha axivî: "Em pezên xwe dibirin û wan ji qirnî û geneyan mihefeze dikin. Em hiriyê jî difroşin. Jinên me ji hiriya pêz nivînan diavêjin, dirêsên û pê xalîçeyan li dar dixin, goreyan çêdikin. Hirî ji bo tenduristiyê kêrhatî ye. Berê eleqeyeke mezin nîşanî hiriyê didan, nika jî kal û pîr girîngiyê didin hiriyê."
Kemal Artanê ji gelê herêmê got beriya hilgêrê dibê mî û bizin teqez werin birîn û wiha axivî:
"Xwediyên heywanan pêz teslîmî şivanan dikin û ji bo ku dahateke din jî bi dest bixin birîna pêz jî didin wan. Şivan dema pêz diçêrînin ji aliyekî va jî wan dibirin. Di rojê da 10-15 miyan dibirin û kîloya hiriyê jî bi 2 lireyî difroşin. Ev ji aboriya wan ra dibe tevkarî."
Muhemmed Ateşê ku li Zozana Qorxanê pêz diçêrîne jî destnîşan kir ku di rojê da 10 miyî dibire û wiha pê da çû: "Bi taybetî pêşiyê beranan dibirim, paşê mî û bizinan. Dema pez ji xwe ra diçre ez jî yekoyeko wan digrim û hiriya wan dibirin û paşê jî berdidim. Giranî ji ser pezê tên birîn radibe, sivik û rihet dibin. Bi rihetî digirin, diçêrin, goşt digrin û xurt dibin."