Abdullah Tel
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Nexweşên şîzofreniyê yên ku li Diyarbekirê tên tedawîkirin ji hêla Navenda Perwerdehiya Gel (NPG) a Yenîşehirê va jî bi armanca tedawîkirina nexweşiyê di qada şano, govend û muzîkê da jî tên perwerdekirin.
Nexweşên li Navenda Siheta Mêjî ya Civakê ya ser Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî tên perwerdekirin li Navenda Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî merîfetên xwe nîşan dan.

Bi armaca tedawîkirinê ji bo nexweşan di qada şano, muzîk û govend û qadên din da jî perwerdehî tê dayîn û nexweşên ev perwerdehî dîtibûn jî derketin dikê, helbest xwendin, stran gotin, govend girtin û şano lîstin û merîfetên xwe nîşanî vexwendiyan dan.
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî Sedat Ozkul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo nvan nexweşan xebatên wan ên pir cidî hene û di vê çarçoveyê da jî ji navenda perwerdehiya gel piştgirî hildan û wiha dewam kir: "Nexweşên me yên ku di qada muzîk û resmê da perwerdehî dîtin û yên bi piştgiriya mamosteyên şanoyê va hatin perwerdekirin şanoyeke xweş îcra kirin. Armanca me ew e ku bila haya hemû civakê ji van nexweşan hebe."

Midûrê NPGyê yê Yenîşehirê Nurullah Oncu jî got ku ew ji sala 2010an vir va bi navenda siheta rih û civakê ra dixebitin û ji bo tedawiya nexweşên şîzofreniyê ew jî di qada xwe da hewl didin û li wan xwedî derdikevin.
Nexweşên şîzofreniyê û xizmên wan jî ji ber dayîna perwerdehiya li NPGyê razî ne û dibêjin ku ew gelekî bi kêrî wan tê.