Yılmaz Kazandıoğlu
06 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Sibat 2024
Li Muradiye, Seray û Ozalpa navçeyên Wanê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê perwerde ji bo rojekê hat sekinandin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Muradiyeyê ya ku li ser hesabê medyaya civakî hat dayîn da hat gotin li navçeyê berf zêde barî.
Hat diyarkirin ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û îhtîmala cemedê li navçeyê îro perwerde hat rawestandin.
Qaymeqamtiya Serayê jî daxuyand ji ber berfa zêde û îhtimala cemedê di 6ê Sibatê da dibistan hatin tetîlkirin.
Li ser malpera Qaymeqamtiya Ozalpê jî hat daxuyandin ji ber berf û bagerê îro dibistan hatin tetîlkirin, xebatkarên kamuyê yên astengdar, ducanî û xwedî nexweşiyên kronîk wê neçin kar.