Sabri Yıldırım,Ulaş Güven,Sayim Harmancı
05 Sibat 2024•Rojanekirin: 06 Sibat 2024
Li Vartoya navçeya Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 13 cih û waran girtî ye.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 13 gundan hat girtin.
Yentur bal kişand ku ekîb di xebatên xwe da berdewam in ku rêyên girtî vekin.
Li Hekariyê jî ji ber sir û seqemê şembelûkên bi qasî 2 metreyî dirêj, bi baniyan va daliqîn.
Li navçeya Yuksekovayê jî ji ber mijê ajokaran zehmetî kişand û lewma ekîbên trafîqê ajokar hişyar kirin ku baldar bin.