Türkan Tosun
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Li Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê wê baraneke gur bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê da hat gotin li herêmê serê sibehê hewa wê kêm ewrayî be û paşê wê her ku biçe zêdetir ewrayî bibe.
Ji nîvro pê va li Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê wê baraneke gur bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ji aliyê başûr va jî wê bayekî nîvqewî rabe.
Germahiya herî kêm bi şev li Qersê û Erdexanê 8, li Agiriyê 9, li Erziromê 11, li Erzincanê 14 û Îdirê jî 17 pile hat pîvandin.
Di nav rojê da jî tê payîn ku germahiya herî zêde li Îdirê 32, li Erzincanê 30, li Agirî û Erdexanê 28, li Erziromê 27, li Qersê jî 26 pile be.