İbrahim Atmaca
09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2020
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan, Agirî û Îdira bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be.
Ji bilî navçeyên başûrê Erzirom û Erzincanê, li navenda bajêran û Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê piştî nîvro bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qers û Erdexanê 9, li Erziromê 11, li Agiriyê 12, li Erzincanê 17, li Tunceliyê 18 û Îdirê 22 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde li Îdir û Tunceliyê 35, li Erzincanê 30, li Agiriyê 29, li Erziromê 25, li Erdexanê 23 û li Qersê 24 pile tê payîn.