Türkan Tosun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
AGRI
Li Elaşgira navçeya Agiriyê baraneke gur barî û piştî baranê li cihên bilind berf barî.
Barana ku çend roj bû barî bû sedem ku li cihên bilind berf bibare.
Lûtkeya Kosedaxê ya ku bilindahiya wê 3 hezar û 433 mêtro ye bi berfê çîlûqerqaş bû.
Memîş Bayramê ku li navçeyê dijî ji nûçegihanê AAyê re got 4 roj in li navçeyê baran dibare û wiha axivî: "Piştî baranê li cihên bilind îja berf ket."