Sevim Hatun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
MALATYA
Îsmaîl Akyolê ji Meletiyê ku hê 3 salî bûye dê û bavê wî hevdu berdane û bapîra wî ew li gund mezin kiriye, bi saza xwe ya ku 17 salî hînê lêdanê bû û ji destê xwe danayne, jan û hesreta dilê xwe sivik dike.
Dê û bavê Akyolê ku li Stenbolê dimînin piştî ku hevdu berdan, Akyol şandin cem bapîra wî ya li Doganyola Meletiyeyê dimîne. Akyol bi hesreta dê û bavê xwe li vir mezin bû.
Akyolê ku li gund dibistana navîn xilas kir, li vir carina jî şivanî kir. Bavê Akyol di 17 saliya wî de sazek jê re şand, radyo guhdar kir û stranê ku guhdar kir lê da.
Akyol rojbiroj xwe bi pêş ve bir, bi saya sazê hesreta dê û bavê xwe hinekî sivik dike.
Akyolê ku piştî demekê zewicî û niha 2 zarokên wî hene hat navenda Meletiyeyê bi cî bû û niha di atolyeya tekstîlê de dixebite, herwiha di demên vala de jî li kafeyekê sazê lê dide.
- Heta tiliyên min req dibin lê didim
Akyol got ku hesreta dê û bavê wî her tim dilê wî de maye, bi saya sazê hinekî hesreta dilê xwe kêm dike û wiha axivî: "Bavê min ji min re sazek şand. Ez di bin bandora stranên hozanan de mam. Hestên xwe bi stranan tînim ziman."
Akyol got ku wextê li gund şivanî dikir saz jî lê dida û wiha dewam kir:
"Ez bê dê û bav mezin bûm. Min didît ku dê û bav, xuşk û birayên hemûyan hene lê yên min tunene. Wextê stanan dibêjim li sazê didim hinekî rihet dibim. Hestên xwe tînim ziman. Heta ku milên min, tiliyên min req nebin sazê danaynim."