İbrahim Atmaca
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Li navçeyê bi germbûna hewayê ra berfa ser çil û çiyan veheliya û ava berfê nebat û gîhayê herêmê hêşîn kir.
Çîçekên rengîn ên ku li van qadan bişkivîn, dîmenên xweş û hejmetkar derxistin holê û meriv jê têr nabe.
Lale û simbilên ku li ser çil û çiyan hêşîn dibin jî xeml û xêza siruştê zêdetir kirin.