Önder Beyter
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
AGRI
Li Rojhilatê Anadoluyê "kadeyê paşîvê" ku ji tamên meha remezanê ye û ji ber ku li ber dilê meriva baş digire bi piranî di paşîvan da tê xwarin, bi mesaiyeke zor û zehmet a nanpêjan va tê ser sifreya welatiyan.
Li bajarê Agiriyê nanpêj bi saetan pê ra mijûl dibin û wisa Kadeyê bimirtoxe ku tameke sereke ya herêmê ye, dipêjin û ji bo xwarinê dişînin ser sifreya welatiyan. Ji ber ku beriya pahtinê mirtoxe jî dikeve nava hevîrê wê, loma jê ta "kadeyê bimirtoxe" tê gotin. Ev cure kade bi taybetî li bajarê Agiriyê, bi giştî jî li parêzgehên dewrûberê navdar e.
Ji ber ku di meha remezanê da talev zehf zêde dibe, nanpêj ancax xwe bi siparîşên bajêr ra digihînin û loma jî siparîşên dervayî bajêr dimînin piştî meha remezanê.
- "Dema mirov bi rojî be kade li ber dilê mirov digire"
Kadepêj Emrah Demîrcî di daxuyaniya xwe ya ku da pyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku di meha remezanê da ew nikarin xwe bi siparîşan ra bigihînin. Demîrcî bal kişand ku di meha remezanê da ew pê nadin ber pê û wiha pê da çû:
"Em rojê hezar kade dipêjin. Miletê me zehf ji kadeya hez dike. Dema mirov bi rojî be kade li ber dilê mirov digire. Em mirtoxe dixin nava kade. Ji bo ku xelkê me kade bixe em jî wekî ekîb dişixulin. Em danê esrê dest bi pehtina kadeyê bimirtoxe dikin û ev karê me heya dema paşîvê dewam dike. Em pir diwestin, dikesirin. Lê gelê me hêja ye, em ji bo wan diwestin."
- "Di meha remezanê da em nikarin ji dervayî bajêr siparîşan werbigirin"
Xwediyê firûnê Omer Tahtali jî diyar kir ku ev pîşe, pîşeyê bav û kalê wî ye.Tahtali bal kişand ku bi taybetî di meha remezanê da di paşîvan da kade zehf tê xwarin ku ev jî tamek e herêmî ye ku ji bav û kalan maye.
Xelkê bajêr Îhsan Arslan jî diyar kir ku diya wî ew bi kadeyan mezin kir û herwiha di meha remezanê da di paşîvê da miheqeq kade tê ser sifreyê. Arslan herî dawî bal kişand ku kade bûye yek ji kevneşopiyên Agiriyê.