Abdullah Söylemez
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 03 Hezîran 2023
Li Agiriyê keçika 6 salî ku êxbara windabûna wê hat kirin, cesedê wê di çala foseptîkê da hat dîtin.
Reîs û Guleser Ulgaya ku li taxa Firatê dijîn û jin û mêrê hev in, danê nîvro bi Mîray Asela keçika xwe va çûn tewleya heywanên xwe ya li taxa 100. Yilê.
Malbatê ji nişka va ferq kir ku keçika wan naxuyê û winda bû û li ser vê cab dan Navenda Agahdarkirina Acil a 112ê.
Li ser êxbarê ekîbên polês, îtfaiye û AFADê sewqî herêmê kirin û ji bo dîtina zarokê ekîban xebat da destpêkirin.
Ekîb li ser çala foseptîkê ya pişt tewleyê sekinîn û bi kepçeyê di çalê da lêgerîn kirin û cesedê zarokê dîtin.
Cesedê Ulgayê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.