Fatih Azgın
01 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Hezîran 2023
Li Çukurovaya ku yek ji navendên hilberîna dexl û den a Tirkiyeyê ye, genim tê dirûn.
Li taxa Buldukluyê ya li ser navçeya Kozanê, genimê hilberîner Erkan Kara hat dirûn û genimê wî li ser zeviyê kom bû.
Kara diyar kir ku wan dirûna ewil a îsal kir û ji ber ku zivistanê baran nebarî xêr û bereket kêm e.
Serokê Odeya Ziraetê ya Kozanê Yuksel Şahbazoglu jî diyar kir ku li Çukurovayê nandirûnê dest pê kir û ew li bendê ne ku bihayê herî kêm ê genimê cotkaran were eşkerekirin.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê hat hildan, li Kozanê îsal ser 93 hezar donimî genim hatiye çandin.