Bülent Temiz
26 Mijdar 2021•Rojanekirin: 27 Mijdar 2021
Karliovaya navçeya Bîngolê bi berfê spîçîl bû.
Kuçe û kolanên bajêr bi barîna berfê ya ku li navçeyê nîvê şevê dest pê kir, spî bûn.
Ekîbên rêbejayê û yên şaredariyê ji bo ku di veguhestinê da astengî dernekevin tedbîr sitandin.
Li navçeyê stûriya berfê li ciyên bilind gihîşt 10 santîmetreyî.
Welatî Harun Gezer wiha got, "Berfa ku em li bendê bûn hat û em jî kêfxweş bûn. Par berf hindik barî, hişkesalî çêbû."