Rıdvan Korkulutaş
26 Mijdar 2021•Rojanekirin: 27 Mijdar 2021
Li Bîngolê di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan da organîzasyonek hat kirin û tê da berhemên bi dest çêkirî hatin raxistin.
Berhemên bidestçêkirî yên ji alî jin û personelên Mêvanxaneya Jinan û Navenda Mêzekirin û Rê Li Tundiyê Girtinê ya di bin banê Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Malbatî û Civakî da cî digire, li navendeke danûsitendinê ya bajêr hatin raxistin.
Di organîzasyonê da ekîbên polês û cendirmeyan jî der heqê Pergala Îxbar û Piştgiriya Acîl a Jinan (KADES) da agahî dan û broşur belav kirin.
Alîkarê Walî Fatîh Kaya li pêşangehê geriya û der heqê berhemên keda dest û çavane da agahî hilda.
Midûrê Bajêr ê Xizmetên Malbat û Civakî Aydin Polat jî got ku ew hemû dijberê tundiya li hemberî jinan in û wiha domand: "Jinên ku bi keda destê xwe tişt çêkiribûn wan li vê derê raxistin. Ji firotina wan pere qezenc kirin."