12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê ji bo projeya "bila li ber her malekê darên fêkiyan hebe" wê 30 hezar darên fêkiyan li welatiyan belav bikin.
Proje bi destê ekîbên Midûriyeta Baxçe û Parkan a Şaredariyê tê meşandin û tê plankirin pêşiyê 2 fîdanên qeresî û sêvê bidin malbatên hewcedar.
Piştî belavkirina fîdanan wê der barê daçikandina daran da welatî bên agahdarkirin.
Abdulselam Ozturkê Wekîlê Şaredar û Qaymeqam destnîşan kir wê 30 hezar fîdanên darên fêkiyan belav bikin û got em dixwazin bala welatiyan bikşînin ser çandiniyê û aboriyê pêşva bibin.