Şirketa Anonîm a Firotina Perakende a Ceyrena Dîcleyê (DEPSAŞ) li herêmê dê ceyrana 217 hezar aboneyên ku deynê ceyranê nedane bibire.
Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyrenê ya Dîcleyê (DEDAŞ) der barê birîna ceyranê de daxuyanî da û got DEPSAŞê ji hezaran aboneyan re SMS û name şand û agahî da wan ku kampanyaya efûya ribayê ya 6 mehane dê 31ê kanûnê de biqede û cardin dewam neke. Di vê çarçoveyê de 217 hezar aboneyên Diyarbekir, Riha, Batman, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê yên ku deynê ceyrana xwe nedane dê ceyrana wan bê birîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê ji sala 2014an pê ve der barê bikaranîna ceyrana kaçax û deynnedayînê de tavîz neyê dayîn.
Şirketa Dîcle Elektirîkê biryar da ku mueyîdeyên ku beriya taybetkirinê nedihatin sepandin hebs, cezayê pere dê vê şûnde bê tawîz bên sepandin. Ji bo vî jî bi buroyên hiqûqê û parêzeran re peyman hat îmzekirin.
DEPSAŞ dê ji 1ê çileya paşîn pê ve ceyrana kesên ku deynê ceyrana xwe nedane û ceyrana kaçax bi kar tînin bibire. Armanceke vê sepanê ew e ku kesên deynê xwe di wextê wê de didin re hizmeteke baş bê kirin. Ekîbên Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dê demeke kurt de ceyrana 217 hezar aboneyên deyndar bibire.