Tîmên DEDAŞê li navenda bajêr sepan û qontrolên xwe berdewam dikin. Ji ber ku di van rojên dawîn de birîna cêyranê zêde bûye welatiyên li Taxa Şafakê bertek nîşanê tîmê dan. Welatiyan tîma hewl dida ku cêyrana taxê bibire, xist nav navenda trafoyê û ew kîlît kirin. Karker nêzî nîv saetê di nav trafoyê de bi awayekî kîlîtkîrî man.
Welatiyan di çalakiyê de dest danîn li ser wesayîtên aîdê DEDAŞê û tîmên polêsan ên ku hatin cihê bûyerê, mifta wesayîtê ji welatiyan sitand û teslîmî tîmê kir.
Nîhat Tûrgût li ser navê gelê taxê daxuyanî da û got ku ji şev heta niha 12 caran cêyrana wan hat birîn û hemû rayedar jî li ber vê yekê bêdeng dimînin.
Tûrgût da zanîn ku heke pirsgirêk neyê çareserkirin, dê bi xwepêşandanên cur bi cur bertek nîşanê birîna cêyranê bidin.