Ahmet Kaplan,Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur,Mehmet Arif Altunkaynak,Abidin Yel
07 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2023
Li Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê hewaya germ bandoreke neyînî li ser heyata rojane dike.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 15emîn ya Meteorolojiyê hatin hildan duh li herêmê hewaya herî germ li Bismila navçeya Diyarbekirê 45, li Cizîra navçeya Şirnexê 46 û li navçeyên Mêrdînê li Nisêbînê 46 û li Qiziltepeyê 45 pile hat pîvandin.
Li herêmê tê texmînkirin îro germahiya hewayê gorî şertên demsalê 2-3 pile zêde be û sibê germ gorî demsalê asayî bibe.
Tê texmînkirin ku îro germahiya hewayê li Bismilê 46 pile û sibê 41 pile be, li Cizîrê îro 46 û pile sibê 41 pile be, li Nisêbînê îro 43 pile û sibê 39 pile be û li Qiziltepeyê îro 44 pile û sibê 41 pile be.
- Zarok xwe di hewzên şaredariyê da hênik dikin
Li Diyarbekirê welatî bi taybetî di navbera saet 11.00-16.00an da dernakevin derva û li navenda bajêr û hin navçeyan zarok xwe di hewzên şaredariyê da hênik dikin.
- Mêrdîn
Li Nisêbîn û Qiziltepeya navçeyên Mêrdînê welatî ji ber germa zêde xwe diavêjin park û baxçeyên hêşîn û hênik. Ji ber germê giraniyê didin şerbeta sûsê û berfeşîran.
- Şirnex
Li Cizîra navçeya Şirnexê ji ber kelekel û germê hin esnaf di navbera saet 12.00-17.00an da dikanên xwe digirin.
Dikandar di qêleqij û germê da diçin malê û êvarkî gava hewa hênik dibe dîsa dikanên xwe vedikin.
Esnafên ku dikanên xwe nagirin jî piranî xwe diavêjin derê dikanan.
Ji esnafan Necat Işikli destnîşan kir ku ji ber germa zêde şêniyên Cizîrê ji mal dernakevin û piranî êvarkî derdikevin û danûsitandina xwe dikin.