Mehmet Burak Karacaoğlu
20 Îlon 2022•Rojanekirin: 22 Îlon 2022
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ew sivîlên ji alî hêzên rejima Beşar Esed ji cî û warê xwe hatine kirin û xwe spartine konên ji hev ketî yên li kampan ji ber germa zêde jî aciz bûn.
Germahiya hewayê ya ku niha li gorî demsalê zêde ye û di nav rojê da heta 43 pileyan derdikeve jiyana rojane ya di kampan da bi zor û zehmettir dike.
Piraniya wan jin û zarok li kampan dimînin û carna germahiya hewayê heta 50 pileyî derdikeve û ji ber wê germa zêde jî mirov ji hal da dikevin û nizanin çi bikin.
Kesên bi wan ra nexweşiyên kronîk hene tên ber mirinê û bi zarokan ra jî ji ber germa zêde nexweşiyên çerm çêdibin û hinek zarok jî ava ku peyda dikin bi serê xwe da dikin û piçek be jî xwe hênik dikin.
- "Bi taybetî pitik di bin talûkeyê da ne"
Doxtor Ehmed Hamdanê di nexweşxaneya saziya Civaka Medîkal a Amerîkayên Sûriyeyî (SAMS) da ku li Îdlibê ye wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku havînê ji ber germa zêde zarok jehrî dibin, tav li serê wan dixe û gelek nexweşiyên din peyda dibin.
Hamdan bi bîr xst ku di konan da ji bo hênikbûnê klîma û vantîlator tunene û got: "Ji ber germa zêde bi taybetî jî pitik di bin talûkeyê da ne. Lewra mîkrob dikeve hûr û roviyên wan, bêhna wan teng dibe û qelbê wan zêde diavêje."
Berpirsê Kampa Riyfeyînê ya li herêma Harbanûşa ser Îdlibê Hamza Dîbo diyar kir ku hewcedariya her kesê di kampê da dimîne bi amûrên jiyanê yên sereke heye.
Dîbo destnîşan kir ku saziyên alîkariyê yên mirovahî rojê 28 lître av didin malbatekê û wiha pê da çû: "Ji bo vexwarinê em têr avê temîn nakin. Germahiya hewayê di navbera 40 û 42 pileyan da ye. Li vê derê 103 malbat dijîn. Di rojên pir germ da bila saziyên alîkariyê yên mirovahî alîkariya avê ya didin zêdetir bikin. Di rojên germ da di bin siya dar û konan da em dimînin û ji xeynî wî tu derfeteke me tuneye."
Îbrahîm Rahmûnê di kampê da dimîne jî ragihand ku hewa pir germ e û kesên di kampan da dimînin bi gelek nexweşiyan dikevin.