Li Heskîfa navçeya Batmanê tîrê genim û cehê ku hat dirûn, di binê germeke ji 40 pileyî jortir da tê patozkirin
Şahin Seçen
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
photo: Şahin Seçen / AA
BATMAN
Li Heskîfa navçeya Batmanê tîrê genim û cehê ku hat dirûn, di binê germeke ji 40 pileyî jortir da tê patozkirin.
Li mezreya Kavakê ya ser gundê Uçyolê, cotkarên ku çandiniyê dikin û zeviyan hildidin û datînin, tîrên genim û ceh ên ku di zeviyên berwar û piçûk da danîne, bi dasan û kêrên peyê traktoran dirûtin.
Wêne : Şahin Seçen/AA
Piştî dirûtinê ji bo ku sapê genim û ceh li ber tavê ziwa bibe, wekî miştî di şûntîr da hiştin û paşê kişandin kirin lod û li patozê xistin.
Cotkar di binê germa ku ji 40 pileyî jortir e da li ber patozê dixebitin.
Ji cotkaran Hamza Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra got ku li gund bi traktor û heywanan va cot tê danîn û genim û ceh tê dirûn.
Çelîk destnîşan kir ku ji bo cotkariyê kedeke zêde hewce dike û wiha dewam kir:
Wêne : Şahin Seçen/AA
"Em bi makîneya dirûnê va rojê di navbera 2 û 5 donimî da tîr didirûn. Rojên ku ba hebe, em patozê naxin. Wexta ku ba tunebe em serê sibehê di 5an da dest bi xebatê dikin. Em danê nîvro jî dixebitin. Niha 41-42 pile germ heye."
Zekî Çelîk jî diyar kir, cihê ku makîneya dirûnê nikare tê da bixebite, ew bi dasê tîr didirûn û wiha dewam kir, "Karê me pir zehmet e. Wextê nîvro ye, em di germê da dixebitin."