24 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li "Baxçeyên Hewselê" ku li Sûra navçeya Diyarbekirê ne û di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê da cih digirin 8 hezar sal in bênavber çandinî û cotkarî tê kirin.
Baxçeyên Hewselê ji destpêka avabûna bajêr vir va wek embara xwarin û xureka însanan in û misyona xwe hê jî berdewam dikin.
Li qadeke 2 hezar û 800 dekarê Baxçeyên Hewselê çandinî tê kirin û marol, bexdenûs, îspenax, tere, bacanên reş, îsot, pirasa, firingî, sêv, qeysî, qeresî, fişne û fêkî û sebzeyên curbecur çêdibin û piraniya îhtiyaca bajêr peyda dike.
Li Baxçeyên Hewselê qederê 200 malbat çandiniyê dikin.
Mustafa Ertan Atalarê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Baxçeyên Hewselê li qadeke 2 hezar û 800 dekarî çandinî tê kirin.
Atalar destnîşan kir ji sebzeyan marol, bexdenûs, îspenax, tere, bacanên reş, îsot û firingî çêdibin û got ji fêkiyan jî sêv, qeysî, qeresî û fişne bi gelemperî çêdibin.
Mustafa Ertan Atalar diyar kir baxçe feydeyeke mezin dide îstixdama bajêr û got qederê 200 malbatî li Bexçeyên Hevselê cotkariyê dikin.
Husnu Arigê cotkar destnîşan kir ku qederê 30 salî li qadeke 16 dekarî zevzeyan diajo.
Yusuf Sezginê cotkar jî diyar kir tevî birayên xwe li Baxçeyên Hewselê zevî kirîne û wiha got: "Ez li ser para xwe tevî zarokên xwe dixebitim. Berê firingiyên dihatin çandin têra bajêr dikirin. Berê rojê bi 40 hespan sebzeyên li vir çêdibin dikişandin bazara sebzeyan."