Elif Orhan
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Li Sêrtê hin welatî li ser sifreya ku li Geliyê Botanê yê ku bi rengên cuda yên tebîetê xemiliye li kêleka zinar hatiye danîn bêyî ku guh bidin xetereyê taştê dixwin.
Hezkiriyên tebîetê gelekî eleqeyê nîşanê gelî û Robarê Botanê didin ku van demên dawîn bi wêneyan di çapemeniya civakî da cî digirin û hat rojevê. Ev herêm bi xweşikahiya xwe dişibe qertpostalan.
Ziyaretvan li gelî demên ji stresê dûr derbas dikin û wêneyên dîmenên xweşik dikşînin.
Hin ziyaretvan bêyî ku guh bidin xetereyê beşdarî organîzayona taştê ya ku li tanga ku Bendava Botanê ye û bi qasî 250 mêtroyî bilind e li ser tehtan tê kirin dibin.

- "Dîmenê wê aramiyê dide"
Kadir Ozdemirê (28) ku organîzasyonên taştê li dar dixe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku xweşikahiyên bajêr bide naskirin çendîn xebat kirin.
Ozdemir got "Ez bi wênekêşiyê ra eleqedar dibim. Ez li vir organîzasyonên taştê û geştên tebîetê li dar dixim. Bi parvekirinên min ên ji ser medyaya civakî hin kes hatin ku van deran bibînin. Gelek mirovî ji nêz va xweşikahiyên Sêrtê dîtin."
Ozdemir bal kişand dema ku li kafeya li Girê Rasil Hacerê ya li gelî dixebitî wêneyek kişand û ev wêne di çapemeniya civakî da gelekî hat ecibandin û jiyana wî guherî û wiha axivî:
"Paşê ji dervayî bajêr, ji dervayî welêt mirov hatin. Ji Almanyayê mirov hatin. Piştra min li kêleka vê zinarê ku bala min kişand organîzasyonên taştê çêkirin. Ev der herçiqas xeternak jî be dîmenê wê aramiyê dide mirov. Ez jî bi vî awayê berdêla keda xwe distînim. Botan diyarekî nuwaze ye, gelê me gelekî baş e. Li vir bûyer, teror tune. Tenê çiya û newalên aram hene. Kesên ku têne vir tenê taştê naxwin, li hember dîmena xweşik pirtûkan dixwînin, li çiyayan dinihêrin, guh didin muzîkê û dikevin avê."

- "Em derdikevin cihên bilind û xwezayê temaşe dikin"
Ji ziyaretvanan Emîn Sadik jî got ku divê herkes Geliyê Botanê bibîne.
Sadiq qal kir ku beşdarî organîzasyona taştê ya li kêleka zinarê li gelî bû û wiha axivî: "Me li ber dîmenê tebîetê taştê xwar. Em derdikevin cihên bilind û li dîmenên Botan dinihêrin. Ev yeka beşera mirov xweş dike."

- Li ser terezinê hişyariya "hay ji xwe hebin"
Li Girê Rasil Hacer (Kevirêqul) a parkurên meş, revê, bisîkletê, 52 kameriye, astengdar jî di nav da qadên lîstika zarokan, mescid û 5 terasên temaşeyê yên ku bi xebatên Ajansa Pêşketina Dîcleyê û Îdareya Taybet a Bajêr va hatine çêkirin hene û li ser girê ji bo ku bi awayekî ewledartir bikarin li gelî temaşe bikin tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Li tanga Bendava Botanê ya gundê Kayabogaza li kêleka Geliyê Botanê ya ku lê organîzasyona taştê tê kirin ji ber ku tevdîr tunene welatiyan ji bo hişyariyê lewhe daliqandin.