Li Şîrvana navçeya Sêrtê Rahîme Adiguzela ku ducanî bû bi helîkoptêra eskeriyê rakirin nexweşxaneyê û Adiguzel ji hev xelas bû û ji bo vegerê tevlî xezûr û pitika xwe li mînîbusê siwar bû. Lê wesaîta wan di rê de qeza kir kesek mir û pitik jî di nav de 5 kes birîndar bûn.
Adiguzel, pitika wê ya yekrojî û xezûrê wê Alî Adiguzel ji bo vegerin navçeyê li minîbusê bi plakeya 56 AV 050 ku şofêrê wê Mehmet Emîn Tekîn bû siwar bûn.
Minîbus li nêzî gundê Yagcilarê gindirî şaranpolê û di qezayê de Alî Adiguzel (52) ê ku li nexweşxaneyê li ber serê bûka xwe sekinîbû mir û Rahîme Adiguzel, pitika wê, şofêr Tekîn, Esma Duru, Fadil Cengîz û kurê wî Muhammed Yasîrê dusalî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji bo tedawîkirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Rêyên gundê Dolûsalkimê ya ku Rahîme Adiguzel lê bû ji ber berf û bagerê hatibûn girtin. Dema ku sanciyên Adiguzelê pê girtin helîkoptêra eskeriyeyê hat û wê bir nexweşxaneyê û Adiguzelê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê pitikeke qîz anîbû dinyayê.