Serdar Adıyaman
25 Adar 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Li Xelata navçeya Bidlîsê cemeda li ser rûberê Gola Nazîkê ya ku zivistanê diqerime, hêdî hêdî vedihele.
Gola Nazîkê ya xwedan qadeke 40 kîlometrekareyî ye û dikeve navbera sînorên bajaroka Ovakişlayê û gundên Nazîk, Golgoren, Dilburnu û Kirikkayayê, zivistanê qerimî.
Bi germbûna hewayê ra cemeda li ser rûyê golê hêdî hêdî vedihele û kutleyên cemeda ku vedihele bi dronê hatin kişandin.
Siruşthez Kenan Gulşen diyar kir, temaşekirina cemeda li ser rûyê golê ya ku vedihele, xweş e.
Gulşen destnîşan kir ku li herêmê êdî hewa germ dibe û wiha dewam kir, "Bi hatina sermayê ra Gola Nazîkê ev qedera 2 mehan bû qerimî bû. Niha cemed hêdî hêdî vedihele. Em jî hatin temaşekirina vî dîmenê sipehî."