Servet Taşdemir
27 Adar 2023•Rojanekirin: 28 Adar 2023
Li Tetwana navçeya Bidlîsê di bin konê ku şaredariyê daniye de rojane 500 kes fitarê dike.
Welatiyên ku tên bin konê ku bi boneya meha Remezanê li navenda navçeyê hatiye vedan, piştî banga mexribê bi xwarina ku wezîfedar belav dikin, fitara xwe dikin.
Ekîbên şaredariyê xwarinên ku li xwaringeha şaredariyê tên amadekirin digihînin nexweşên nav livînan, binavsalçûyan, erdhejzede û xwedan pêdawistiyan.
Şaredarê Tetwanê Mehmet Emin Geylanî anî ziman ku Remezan bi bereketa xwe ve hat û îsal jî konê fitarê vedane.
Geylanî got, "Di bin konê ku şaredariyê daniye de rojane 500 kes fitara xwe dike."