Önder Beyter
19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 22 Mijdar 2019
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê hosteyê mobîlyeyê Ersin Tuncay alavên xurde berhev kirin û jê makîneya kurkê çêkir.
Tuncayê 30 salî ku li Taxa Yeşilovayê dijî, ji makîneya kurkê ya ku bi destê xwe çêkir, ecama erênî wergirt.
Tuncayê ku navê "Gurcîvê"ê da makîneya ku çêkir, wiha axivî:
"Min alav û hacetên xurde berhev kirin û jê makîneya kurkê çêkir. Dû ra min makîneya ku kapasîteya wê 230 e, ceriband û min dît ku bi serkeftî ye. Welatiyên ku meraqa wan a cûcikan heye, dipirsin ka makîne çawa dişixule. Hin kes hene ku nava rojê ji bo dîtina makîneyê tên dikanê. Ferqa vê ya ji makîneyên din ew e ku hem otomatîk e û hem jî kapasîteya wê mezin e."