Haydar Şahin,Abdullah Tel
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Midûriyeta Bajêr a Rewşa Acil û Afatê bi piştgiriya UMKEyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr li qada Şikeftên Çayonu Hîlara ku tê zanîn li dinyayê cara ewil lê çandinî hatiye kirin tetbîqeta ku 3 rojan kişand kir.
75 kes tevlî tetbîqata perwerdeyê ya ji bo amadehiya INSARAGê (Koma Piştevaniya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Navneteweyî) bûn.
Di tetbîqatê da li gor senaryoyê li bajarekê Afrîkayê erhej çêdibe bi kuçikên dedektor li kesên ku di binê enqazê da mane geriyan. Di mijara jiyana li çolê da jî perwerde dan personelan.
Hakan Karakaşê Alîkarê Midûrê Tenduristiya Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku tetbîqata 3 rojan ber xwe da û di gelek mijaran da perwerde dan qursiyeran.
Karakaş got ji bo danasîna Diyarbekirê tetbîqat li qada Şikeftên Hîlarê ya li Erxeniyê kirin û wiha pê da çû:
"Dîroka Şikeftên Hîlarê zehf kewn e. Cara ewil însan li vê derê bi cîbûne û li vê derê cotkarî kirine. Hin herêmên me zehf nayên naskirin. Ji ber vê me xwest ku hem vê derê bidin nasîn hem jî tetbîqatê li vê derê bikin ku kesên tên jî bira bibînin. Me berê jî li Şikeftên Hesûniyê ya li Sîlwanê tetbîqat kiribû. Em ê ji vê şûnda jî li ciyên bajêr ên cuda tetbîqatan bidomînin."
- "Em bûn komeke ji bo dinyayê dixebitîn"
Karakaş destnîşan kir ew di tetbîqatê da personelan wisa perwerde dikin ku personel di nav şert û mercên herî zorda ji aliyekî li heyatê mayînê û li aliyê din jî domandina xebatên lêgerîn û xilaskirinê, hîn dibin û wiha dewam kir: "Li dinyayê amûrên teknolojîk ên ji bo xilaskirinê tên emilandin hemû li Tirkiyeyê jî hene. Bi saya xebatên dawîn ên AFADê va di nav welatên dinyayê da em xwedî asteke bilind in. Ji ber vê jî hemû amûrên di dema lêgerîn û xilaskirinê da tên emilandin li gor standardên dinyayê ne. Wezareta me teknolojiyê dişopîne. Ji ber vê em êdî ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê em bûn komeke ku ji bo çar aliyê dinyayê dixebitin."
Karakaş qala giringiya perwerdehiyên tên dayîn kir û got ku Tirkiyeyê ji ber erdhej û bobelatan gelek êş kişandiye û ji bo vê divê ew hergav amade bin.
- "Em berhemên teknolojîk ên herî nû diemilînin"
Amirê Şaxa Lêgerîn û Xilaskirina Diyarbekirê yê AFADê Mehmet Alî Aslan jî got:"Em wek AFAD bi amûrên diemilînin va li dinyayê di nav sê welatên ewil da ne cih digirin. Em berhemên teknolojîk ên herî nû diemilînin. Hevalên me her yek ji wan di qada xwe da pispor in."