Özgür Alantor
08 Nîsan 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Li Çiyayê Ilgazê mij derket û berf dibare.
Li Çiyayê Ilgazê yê ji navendên kaşûn û turîzma zivistanê yên Tirkiyeyê ye, barîna berfê didome.
Li çiya daristanên li tanga tunelan û her wiha yên li cihên bilind, bi berfê spî bûn.
Bi barîna berfê ra li herêmê mij jî derket.
Ajokarê kamyonê Nizamettin Duruk di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku wî ji Enqereyê alav anîn Kastamonuyê.
Duruk wiha got, "Niha hewayeke miezem heye. Em kêfa barîna berfê dikin. Par jî van deman berf barîbû. Her sal van deman bi barîna berfê ra demsal jî xweş dibe, dibe bi bereket. Ewil ji me ra berf û av lazim e. Ji bo xwezayê, însanan û jiyana çolê. Ji ber barîna berfê ez pir kêfxweş im."