Bahar Tanrıtanır
08 Nîsan 2025•Rojanekirin: 08 Nîsan 2025
Li Başkaleya navçeya Wanê rêya taxa ku ji ber talûkeya şepeyê 4 meh e girtîbû, hat vekirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêya Taxa Yukari Dalliyê ya ku di meha çileya paşîn da ji ber berf û bagerê ji hatin û çûyînê ra hatibû girtin, xebat hatin destpêkirin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Temîr û Çêkirina Rêyan li ser rêya ku qalindahiya berfê li hin cihan digihêje 2 mêtroyan bi zehmetî bi pêş va çûn.
Ekîban bi makîneyên berfê jî bi kar anîn û di rê da qismeke 5 kîlomêtro hat vekirin.
Li navçeyên Çaldiran û Sarayê jî ji bo ku rêyên zozanan û cî û warên li ser xeta sînor jî bên vekirin ekîb dixebitin.