Abdullah Söylemez
24 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2022
Li çiyayên Agiriyê bi hatina demsala payîzê ra pelên daran zer bûn û diweşin.

Li gundewarên bajarê ku bi barîna berfê ra ciyên bilind spî kirin, demsala payîzê rengînî û bedewiya xwe nîşan dide.
Welatiyên çûn cem darên ku bi tonên rengên kesk û zer xemilîn, fêkiyên beyanî yên ku li çolê bi xwe hêşîn dibin, kom kirin û birin.
Welatî Ahmet Binici ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew 70 salî ye û ew timî di nava xwezayê da ye.

Binici bal kişand ku dêm û dîmena payîzê pir xweş e û wiha dewam kir, "Em tevî hevalên xwe derketin nav xwezayê û me ji xwe ra hurmiyê beyanî û hin fêkiyên din kom kirin."
Ferhat Binici jî destnîşan kir ku li bajêr ciyên bilind bi berfê spî bûne, lê ciyên nizimtir di bin tesîra şertên payîzê da ne.