Aydın Arik
16 Hezîran 2024•Rojanekirin: 19 Hezîran 2024
Li Diyarbekirê ajalvanek gamêşên xwe yên ku ji germê aciz dibin dixe çem ku hênik bibin.
Velat Kayayê (19) ku li bajêr ajalvaniyê dike gamêşên xwe yên ku ji germê aciz dibin tîne çemê li texma Devegeçîdiyê. Gamêşên ku di kelegermê da dikevin avê piştî ku germahî kêm bû ji avê tên derxistin û dibin diçêrînin.
Ajalvan Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gamêş ji germa zêde gelekî aciz dibin û ji ber vê jî her roj saet dora 11.00an wan tîne çemê li texma Devegeçîdiyê.
Kaya got ku gamêş biqasî 5 saetan di nav avê da dimînin û got ku "Li gund tenê em gamêşan xwedî dikin. 70 gamêşên me hene. Gamêş bêav najîn. Em ji mecbûrî têne vir, nexwe hem ji bo me hem jî ji bo gamêşan gelekî dijwar e. Havînan Diyarbekir gelekî germ e. Dema em tên vir hem heywan hem jî em hênik dibin. Em kêm zêde 4 mehan vê dikin.
Ji hêla din va li gor agahiya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat hildan li Diyarbekirê roja ewil a eydê germahî wek 39 pile hat pîvan. Tê payîn ku li bajêr germahiya hewayê roja duyem a eydê bibe 40, roja sêyem bibe 41, roja çarem jî bibe 42 pile.