Ahmet Kaplan,Murat Başal
22 Îlon 2023•Rojanekirin: 23 Îlon 2023
Li Diyarbekirê qezaya trafîqê çêbû û 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya navendê Kayapinarê li ser rêbejaya Diyarbekir-Şanliurfayê li tanga Semtê Huzurevleriyê texsiya ticarî, kamyonet û otomobîla ku navê ajokarên wan nehat tesbîtkirin li hev qelibîn.
Di qezayê da 4 kesên di wesayîtan da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyûbî hatin veguhestin.