Önder Beyter
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Kocakoya navçeya Diyarbekirê du otomobîl li hev ketin û di encamê da 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otomobîla ku navê ajokarê wê hê diyar nîne ya ku plaqeya wê 33 RA 274 e û otomobîla ku plaqeya wê 33 SP 982 ye û ji hember dihat, li ser rêya Diyarbekir-Bîngolê li tanga gundê Gokçenê li hev ketin.
Di qezayê da 3 kes mirin, 6 kes jî giran birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez ji bo nexweşxaneyên li Diyarbekirê hatin veguhastin.