Osman Bilgin
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Diyarbekirê hewaya germ bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li gorî daneyên Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, germahiya hewayê li bajêr gihîşt 41 pileyan
Welatiyên ku ji ber germa zêde aciz bûn, cihên ku klîma û sî lê hene sekinîn.
Danê nîvro kuçe û kolan xalî man.
Welatiyên ku mecbur man derkevin derva jî, bi şûşeyên avê yên ku tê da av hene va serê xwe şil kirin ku hênik bibin.
Yên ji germê aciz bûn bi taybetî li park û bahçeyan bêhna xwe dan.
Hin zarok jî çûn hewzê xemlê ya li Parka Anzeleyê ya li navçeya Sûrê û ketin avê.