Abdullah Tel
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
MUŞ
Şêniyên bajarê Mûşê du demsalan bi hev ra dijîn.
Li Çiyayê Kurtikê yê ku bi qasî 10 kîlometreyî ji navenda bajêr dûr e û bi qasî 2 hezar û 200 metre jî bilindahiya we bi berfê spî dike. Welatiyên tên serê çiyê xwe li ser berfê dişiqitînin û bi kaşûnê kêf dikin.
Mukaddes Meşeoglu ya mamosteye û ji Eskîşehrê hatiye Mûşê daxuyanî da nûçegihanê AAyêû diyar kir ku ew ji bajêr gelekî razî ye û wiha pê da çû: "Ji erda wê heta mirovên wê gelekî baş in. Ji bo milet bê vê derê gelek sedem hene û lewra hê jî gelek xweşiyên li van deran nehatine kifşkirin. Di nav meha gulanê da li vê derê bi qasî du metreyî berf heye û me bi hevalên xwe ra biryar da teştên xwe hilda û em hatin vê derê. Em li vê derê gelekî şa bûn."

Yeşîm Oztekîn a ku ji Kocaeliyê wek mamoste tayînî Mûşê hatibû kirîn jî got ku lazim e her kes bê û vê herêma xweş bibîne.
Hin welatî li ser berfa Çiyayê Kurtikê kêf û zewqa xwe dikin û zarok jî di lîçên li Deşta Mûşê da xwe hênik dikin.

Komeke zarokên li çolê şivanî dikirin ji ber germahiya hewayê li gundê Harmanê ketin lîça avdanê.
Ji zarokan Muhammed Aykut diyar kir ku ew di ava lîçê da soberiyê dikin û wiha dewam kir: "Em di meha gulanê da ne û li serê çiyayan hê berf heye lê li deşt germ e. Heywanên me diçêrin û em jî ji xwe ra di nav avê da xwe hênik dikin."