Osman Bilgin
08 Gulan 2025•Rojanekirin: 20 Gulan 2025
Li Diyarbekirê kursiyerên navenda perwerdeya gel bi kerengên ji Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, ji bo veganan pîzza çêkirin.
Kursiyerên ku beşdarî kursa xizmetên xwarin û vexwarinan a Navenda Perwerdeya Gel a Yenîşehirê bûn, ji Baxçeyên Hewselê yên ji hêla nebat û pincarê va dewlemend e, kereng çinîn.
Kursiyeran piştî çinînê, kereng paqij kirin û wekî melzemeyê sereke yê pîzzaya vegan bi kar anîn. Beşdarên kursê bi vî awayî ji bo veganan, pîzzaya kerengan çêkirin.
Derya Akdag Aykaça Hîndekara Xizmetên Xwarin û Vexwarinê wiha got, "Armanca me ew e ku em şiklê jiyana tendurist fêrî ciwanan bikin û tamên me yên berê yên li ber jibîrbûnê ne, li metbexan vegerînin."
Aykaçê her wiha bal kişand ku kereng di xwarin û xurekên cuda yên wekî şorbe û meftûneyê da jî tê emilandin.
Dîlan Ozgana kursiyer jî wiha got, "Me tama Diyarbekirê li pîzzaya ku ya Îtalyayê ye zêde kir."