23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, li ser pireya dîrokî ya deh çavî, bi minasebeta 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî şahiya bafirokê hat kirin.

400 zarok tevî mamoste û malbatê xwe tevlî şahiya ji aliyê Tiyatroya Dewletê ya Diyarbekirê ve hat kirin bûn.
Midûrê Tîyatroya Dewletê ya Diyarbekirê Coşkun got: "Me bafirok, şekir, ava fêkiyan li zarokan belavkirin. Hêviya me ew e ku em salek din hejmarê zêdetir bikin."

Mamoste Sema Erbîlîmê jî got ku ew hatine li qadê bafirokê difirînin û wiha dewam kir: "Zarokên vê serdemê bi sûdin. Niha bafirokeyê difirînin. Şahiyek zehf xweş e."