Nihat Kavşut
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
KAHRAMANMARAŞ
Eyşe Uqdiya 11 salî ya 5 sal berê tevî malbata xwe ji ber şerê naxweyî ji Îdliba Sûriyeyê hat Meraşê, ji bo ji birayê xwe ra şîr bikire dixebite.
Uqdiya di kafeyekê da dixebite destnîşan kir ji bo ji birayê xwe ra şîr bikire û feydeyê bide malbatê dixebite.
Eyşe Uqdiyê diyar kir bi xêra apê xwe hatine Tirkiyeyê û wiha got: "Pêşiyê apê min hat, peyra em hatin. Em du roj li mala apê min man. Kekê min kar dît, tenê ew dixebitî û têra malê nedikir. Min dest bi firotina peçeteyan kir. Ez di ber kafeyekê da derbas dibûm, xwediyê kafeyê ez hildam kar."
Uqdiyê diyar kir ji bo ji birayê xwe ra şîr bikire dixebite û wiha xeberda: "Ez pereyê qezenc dikim didim diya xwe û ji birayê min ra şîr dikire. Em heft xwîşk û bira ne. Bavê min ji qelbê xwe nexweş e û naxebite."
Musa Akkayaê xwediyê kafeyê jî destnîşan kir Eyşe Uqdî û birayê wê di serma û seqemê da peçete difirotin û wiha dewam kir: "Tim dihatin kafeyê. Min got hûn rojê çiqas qezenc dikin. Gotin 10-15 lire. Min got alîkariya min bike ez ê pereyê li derva qezenc dikî li vir bidim te. Muşterî zehf jê hez dikin."