Aziz Aslan
15 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li Diyarbekirê ji bo ku ji 100î zêdetir kewên cisnê wan cuda ne bên nasandin pêşbirkek wê bê lidarxistin.
Zuhal Erata li Stenbolê dijî û 25 salan kewan xwedî kiriye 10 meh berê hat li Diyarbekirê û li navçeya Yenîşehirê Otela Kewan vekir.
Welatiyên nikarin li malên xwe kewan xwedî bikin kewên xwe tînin vê derê.
Li otelê ji 21 cureyan 1500 kew hene û Erat yek bi yek bi wan ra eleqedar dibe.
Di 17ê çileya pêşîn da pêşbirka kewên herî xweşik wê bê lidarxistin.

Di pêşbirkê da kewên cisnê wan "kureng", "gokela", "narincî", "cigerî", "atlas", "zeytûnî", "kekme atlas", "kekme yusufî", "zengu", "yusufî", "boçikreş", "miskî", "spî", "misirî", "deqreş", "deqspî" û "bozak"ê yên hejmara wan ji 100î zêdetir e wê bên nîşandan.
Di Otela Kewan da beriya pêşbirkê der barê kewan da agahî jî wê bên dayîn.
Ji bo ku baskên wan neşkên ew tên kontrolkirin, lingên wan bi sirkeyê tên şûştin û ew bi fistiq, findiq û behîvan tên xwedîkirin.
- Xwedîkirina her yekî cuda ye
Eratê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew eslê xwe ji Stenbolê ye, ji biçûkatiya xwe vir va kewan hez dike û wê 25 salan kew xwedî kirine.

Eratê got ew 2 sal berê hatiye ziyareta Diyarbekirê û ji ber ku bajêr hez kiriye biryar daye ku êdî li vir bijî.
Eratê anî ziman ku 10 meh berê wê otela kewan vekiriye ku tê da 1500 heb kew hene û wiha axivî: "Xwedîkirina her yekî cuda ye. Her hefte serê wan tê şûştin, ji bo ew nexweş nekevin em wan diparêzin. Em êm, vîtamîn û mîneralan didin wan. Em wek ku zarokekî xwedî bikin kewan xwedî dikin."
Eratê got ewê di 17ê çileya pêşîn da pêşbirka kewan li dar bixin û wiha dewam kir: "Em ê 21 cure kewên li Diyarbekirê bi Tirkiyeyê bidin nasîn. Li 81 bajaran jî evqas cure tune ne. Evqas cure nayên zanîn mixabin."
